Trauma of victims of the earthquake from a psychologist's point of view

Shahn Baker Sorekli.jpg

Shahn Baker Sorekli

Kesên ku xizm û hevalên xwe ji erdhejîna dawî ya li Tirkiyê û Sûriyê bandor li wan bûne dikarin bi xwe jî nîşanên trawmayê nîşan bidin, derûnnasekî klînîkî yê li Sydney hişyarîyê dide.


Bê guman şer û karesatên xwezayî - çi bedenî û çi derûnî bin zirareke mezin li mirovan dikin. Erdhejîna dawî ya li Sûriyê û Tirkiyê qewimî bandoreke mezin li ser xelkê kir. Em derbarê wê mijarê bi derûnnas Şan Bekir Soreklî re diaxafin.

Şan Bekir Soreklî dibêje, di baweriya min de ku trawmaya li Tirkiyê û Sûriyê di encama erdhejînê de bandoreke pir mezin li mexdûran kir, lê ji bo mirovên ku piştgiriyê ji Australya didin wan ew jî pir hêzdar e. Bi taybetî dema ku mirov nikare derbarê guhertinê de tiştekî bike, ew jî helwesteke pir bi bandor e. Ji ber vê yekê dûrbûna erdnigarî pir dijwar dike ku mirov piştgiriya psîkolojî yan hestyarî bide wan. Lewma, hûn di rewşeke wusa de hest dikin ku hêzeke sînordar ji bo piştgiriyê heye û bi gelemperî dibe ku rewş bandorê li we jî bike.

Berêz Bekir-Soreklî berdwam dike û dibêje, “Ez bawerim tiştekî xwezayîye dema ku em dixwazin ji wî kesî ra bibêjin dê rewsh baş bibe, yan jî xeman mexwe yan jî rewş ne ewqasî xerab e. Ez dixwazim diyar bikim dema ku em wan gotinan dibêjin, em bi niyeteke baş dibêjin, em naxwazin kesan bêşînin û em dixwazin ew xwe baştir hest bikin. Lê ya rast hin caran rewş ne baş e yan jî dibe ku endamekî ji malbatê mirî be û ev jî xemeke mezin ji bo mirovî.

Ji ber vê yekê, tiştê ku ez pêşniyaz dikim ev e ku divê hûn fêm bikin ku hûn heta radeyeke sînordarkirî dikarin alîkariya wan bikin lê divê hûn herdem li wan bipirsin û guhdar e hezkiriyên xwe bikin," dibêje Şan Bekir Soreklî.


Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service